Asayisa Silêmaniyê tohmetbarên kustina Nagihan Akarsel desteser kir

05 October 2022 12:58 0 dîtin
Asayisa Silêmaniyê tohmetbarên kustina Nagihan Akarsel desteser kir

PeyamaKurd – Asayişa Silêmaniyê desteserkirina tohmetbarên kuştina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel li navçeya Koye hatin ragihand.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê li ser kuştina Nagihan Akarsel a ku îro Sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan de di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin daxuyanî da û got, wan tawanbarên bûyerê li navçeya Koye desteser kirine.

Asayîşa Silêmaniyê eşkere kir, îro di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê jinek bi navê Nagihan Akarsel hatiye kuştin û yekser hêzên wan gihîştin cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Herwiha di daxuyaniya Asayişê de hat gotin: “Piştî lêkolînek baş di nava çend saetan de, di bin fermana Serokê Dezgeha Asayîşa Herêmê de û bi hemahengiya bi Rêveberiya Asayîşa Rojhilatê Hewlêr-Koye, me tawanbarên vê bûyerê girtin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku niha lêpirsîna wan kesên ku bi tohmeta kuştina Akarsel hatine desteserkirin berdewam e û Asayîşa Silêmaniyê destxweşiyê li kesên ku di desteserkirina wan de bûne alîkar dike.