PKK û HDPê, kustina rojnamevanê ya li Silêmaniyê pistrast kir
PeyamaKurd- Medyaya PKKê, kuştina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ku vê sibehê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê hat kuştin, piştrast kir. Her wiha ji aliyê parlamenterê HDPê ve jî agahiya kuştina Akarsel hat piştrastkirin.
Nagihan Akarsel a ku bi eslê xwe Kurdeke ji bajarê Konyayê bû û di kovarên jinan de karê rojnamevaniyê dikir, vê sibehê saet di 10:00an de li ber dergehê mala xwe ya li Silêmaniyê hat kuştin.
Piştî dengdayîna bûyerê, ji aliyê medyaya PKKê ve kuştina Akarsel hat piştrastkirin.
Her wiha ji aliyê Parlamenterê HDPê yê Wanê Tayîp Temel ve jî hat ragihandin ku endama Navenda Lêkolînên Jînekolojiyê û edîtora kovara Jînekolojiyê Nagihan Akarsel, di encama êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin.
Piştî bûyerê, hat ragihandin ku li deverê lêkolîn hatiye destpêkirin û meytê Akarsel ji bo Tiba Dadî ya Silêmaniyê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin