Rojhilat | UNESCO devera Text a Hewremanê dixe nav lîsteya mîrateyên cîhanê
PeyamaKurd – Amadekarî têne kirin ku herêma Text a Hewremanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, bikeve nav lîsteya mîrateyên cîhanî yên UNESCOyê.
Herêma dîrokî ya Hewremanê ku bala geştiyarên biyanî jî dikişîne ji aliyê UNESCOyê ve lêkolîn li ser hatiye kirin û amadekariyên bo ketina lîsteya mîrateyên cîhanî hatiye temamkirin.
Li gorî zanyariyan nûnerên UNESCOyê lêkolînên xwe bi hurgilî li ser herêma Text a di navbera sînorên parêzgehên Sine û Kirmaşanê de berdewam dikin û tê çaverêkirin beriya Newroza îsal bikeve nav lîsteya mîrateyên cîhanê.
Herêma Text navbera Hewraman, Sine û Kirmaşanê de dimîne û 24 şûnwarên dîrokî ji aliyê UNESCO ve hatiye tescîlkirin.
Li devera Hewramanê gelek gundên bi şûnwarên dîrokî ve weke xwe mane hene û zêdetirî 100 sal in ti guhertinek li ser wan nehatiye kirin. Herwiha taybetmendiyên xwarin û berhemên destan ên kelepora herêmê jî li ser piyan maye û bala geştiyaran dikişîne ser xwe.
Herêma Hewraman bajarên Pawe, Ciwanro, Ruaniseru, Selas Bawecan, Merîwan, Serwawa Kamyaran li xwe hildigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin