Erdogan: Astî bi dewleta Filîstînê ya paytexta wê Qûdsa Rojhilat pêkan e!

11 October 2023 17:56 0 dîtin
Erdogan: Astî bi dewleta Filîstînê ya paytexta wê Qûdsa Rojhilat pêkan e!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di gotara xwe ya koma AK Partiyê ya Parlamentoyê de bal kişand ser şerê ku ji nû ve di navbera Îsraîl û Filîstînê de dest pê kiriye û got, aştî bi damezrandina dewleta Filîstînê ya paytexta wê Qûdsa Rojhilat pêkan e.

Erdogan got ku divê di şer û pevçûnan de sivîl neyên hedefgirtin û diyar kir, “Mixabin Îsraîl mixabin vê prensîbê li Xezayê binpê dike. Em bi eşkereyî li dijî kuştina sivîlên Îsraîlê derdikeven. Herwiha em bombarana Îsraîlê ya ser Xezayê ku bê cudahî dewam dike jî qebûl nakin.”

Erdogan êrîşên Îsraîlê yên ser Xezayê jî wekî bikaranîna hêza ne hevseng bi nav kir û got ku dê ev Îsraîlê li qada navnetewî neheq bike.

Di axaftina xwe de Erdogan, ji ber xemsariya bo meseleya Filîstînê civaka navdewletî jî rexne kir û got, “Ti sozên ku dane bicih neanîne.”