Rûsya biryara dorpêçan danî ser Awûstralya û Zelanda Nû
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê dorpêçan danî ser hinek hemwelatiyên welatên Awûstralya û Zelanda Nû ku di nav wan de parlementer û rêvebirên hukumetê hene. Li gor ragihandina wezaretê; dibêje ku Awûstralya biryarên rojava bi îttaatkarî dişopîne û hindik maye ku dorpêçan deyne ser temamê rêvebir û parlementerên Rûsyayê.
Ji îro û pê de, serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison, hinek ji endamên konseya ewlekariyê, meclisa nûneran, senato û hinek ji endamên meclisa qanûnçêkeran, bi temamî ji bo 228 hemwelatiyên Awûstralyayê biryara qedexeya ketina nav Rûsyayê hatiye dayîn. Dewama biryare wehaye:
“Wê di wextekî nêz de kesên ku tewrên wan yên neyînî di desteka li hemberê Rûsyayê de hene, wezîfedarên artêşê, karsaz, pispor û xebatkarên medyayê dê bixin nav lîsta reş û bên ragihandin.”
Di biryarê de hat gotin ku Zelanda Nû dorpêçên ku heya niha nehatine dîtin daniye ser Rûsyayê û ji ber tewrên wê yên nedostane yên li hemberê Rûsyayê, dorpêçê ji bo serokwezîr Jacinda Ardern, parêzgerê giştî yê Zelandayê Cynthia Kiro, di nav wan de endamên hukumet u parlementoyê jî hene, bi temamî ji bo 130 hemwelatiyên Zelandayê qedexeya ketina nav sînorê Rûsyayê hatiye dayîn. Dorpêç wê ji îro û pê de bên bicîhanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin