Rûsya qedexê danî ser 41 hemwelatiyên Awûstralya da nekevin nav axa Rûsyayê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku qedexê daniye ser 41 hemwelatiyên Awûstralya da nekevin nav axa Rûsyayê ku di nav wan de rojnamevan jî hene. Şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê bardorekî neyînî li ser têkiliyên dîplomatîk dike û dewlet dorpêçan datînin ser hemwelatiyên hev.
Rûsya berê jî di meha temmûzê de di çarçoveya ‘qanûna Magnitskiy’ de dorpêçan danîbû ser 39 hemwelatiyên Rûsyayê ku piraniya wan ji hêzên ewlehiyê bûn.
Di nav 39 kesan de cîgirê wezîrê karên hundir yê Awûstralyayê Marc Ablong û kesên weka Andrew Kefford hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin