Rûsya astengan danî pêsiya 87 hemwelatiyên Kanadayê

22 September 2022 21:34 0 dîtin
Rûsya astengan danî pêsiya 87 hemwelatiyên Kanadayê

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê astengên nûh danî ser 87 hemwelatiyên Kanadayê ku di nav wan de serokên eyaletan jî hene. Astengiya ku danî pêşiya hemwelatiyên Kanadayê ew e ku wê nekevin nav sînorê dewleta Rûsyayê. Çend care ku di navbera Kanada û Rûsya de dorpêçan weha datînin ser hev û ji hev tolê hiltînin. Wezareta karên derve ya Rûsyayê mijarê weha ragihand:

“Ketina nav axa Federasyona Rûsyayê ji bo 87 hemwelatiyên Kanadayê hat qedexekirin. Di nav wan de serokên şaxên bajêr û serokên herêman hene, qezîfedarên leşkerî, serokên şîrketan yên ku çekan û teknolojiyê ji bo Neo-Naziyên Kîevê temîn dikin û terefdarên Bandera yên aktîvîst hene.”

Di lîstê de ji bilî navboriyên jorê, rêvebirên sanayiya bergiriyê, wezîfedarên wezareta bergiriyê yên Kanadayê, kesên siyasî, rojnamevan, akademisyen û parêzer jî hene.

Rûsya van dorpêçan li hemberê kiryarên Kanadayê hatine danîn û Rûsya heya niha 905 hemwelatiyên Kanadayê xistiye lîsta astengkiriyan.