Rûsya astengiyan danî pêsiya 49 Îngîlîzan ku di nav wan de rojnamevan jî hene

14 June 2022 23:39 0 dîtin
Rûsya astengiyan danî pêsiya 49 Îngîlîzan ku di nav wan de rojnamevan jî hene

PeyamaKurd – Wezareta kerên derve ya Rûsyayê li ser ku dewleta Îngîltere astengiyan danî pêşiya rêvebirên şîrket û nûnerên medyayê yên Rûsyayê, Rûsya bersiva astengiyên Îngîlîzan da û astengiyan danî pêşiya 29 rojnamevan û 20 nûnerên sanayiyê û artêşê, Rûsya navên 49 kesan diyar kir û çûna wan ya nav Rûsyayê qedexe kir. Di daxwuyaniyê de wezareta karênd erve ya Rûsyayê weha got:

“Rojnamevanên Îngîlîz yên ku navên wan di nav lîstê de ne,di derbarê bûyerên li Rûsya, Ûkrayna û Donbasê de biz anîn agahiyên şaş didin û dibin sedema belavbûna agahiyên şaş. Bi şiroveyên xwe dikin ku dijminahî di navbera xelkê Rûsya û Îngîlîz de çêbibe. Kesên bi sanayiya bergiriyê ya Îngîlîzan re têkildarin,dikin kubiryarên alîkatya sîlihan bidin û alîkariyê bidin Ûkraynayê.”

Di nav kesên ku dewleta Rûsyayê astengiya daniyê pêşiya wan de, hinek ji wan ev in:

Peyamnêrê The Guardian Shaun Walker, nivîsarê Daily Telegraph Con Coughlin, peymanêrê Sky News Stuart Ramsay, rêvebirê giştî yê weşana The Times John Witherow, berpirsê giştî yê weşana Daily Telegraphê Chris Evans, rêvebira giştî yê weşana The Guardian Katharine Sophie Viner, cîgirê wezîrê bergiriyê yê Îmngîltere Jeremy Mark Quin, fermandarê hêzên hewayî yê giştî yê Îngîltere Michael Wigston, endamên Kamara Awamê yê Îngîltere Samuel Wilson, Gregory Lloyd Cambell û kesên din yên girîng hene.