Rûsya qedexê danî ser 30 hemwelatiyên Îngîlîz

14 September 2022 21:35 0 dîtin
Rûsya qedexê danî ser 30 hemwelatiyên Îngîlîz

PeyamaKurd -  Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku ji hemwelatiyên Îngîlîzan 30 kesên ku nûnerên lobiya îngîlterene û li welatê xwe li hemberê Rûsyayê xebatên agahiyan koordine dikin û agahiyan şaş radigîhnin, ji bo wan qedexeya ketina nav axa Rûsyayê hatiye danîn.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyayê ya nivîskî; biryara qedexeyê ji ber tewrê hukumeta Îngîltere ya ku ne dostaneye, weka tedbîr daye. Wezaret her weha ragihand ku wê tedbîrên weha dewam bikin.