Rûsya: Divê Tirkiye Efrînê teslîmî Sûriyê bike!
PeyamaKurd- Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di derbarê Efrînê de daxuyaniyek da û got ku divê Tirkiyê ji Efrînê derkeve.
Lavrov wiha berdewam kir: “Heta niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ti caran negotiye ku Hêzên Tirkiyê wê li Efrînê bimînin. Ji ber vê yekê divê ew ji Efrînê derkevin û wê teslîmî Rejîma Sûriyê bikin.
Lavrov di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de jî got ku Rejîma Sûriyê çekên kîmyewî bi kar neanîne. Tenê hinek li dijî Sûriyê provekasyonan dikin da ku mudaxeleya navnetewî pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin