Tirkiye û Rûsya li ser Efrînê hatin hemberî hev
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê daxuyaniya Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov de ku gotibû li bendê ne Efrînê teslimî rejima Sûriyeyê bikin wiha axivî: "Ev helwest gelekî şaş e. Em baş dizanin ku em ê Efrînê teslîmî kê bikin."
Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamevanan.
Erdogan li ser pirsa der barê daxuyaniya Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê de ku gotibû li bendê ne Efrînê teslîmî rejima Sûriyeyê bikin wiha axivî: "Ev helwest gelekî şaş e. Em baş dizanin ku em ê Efrînê teslîmî kê bikin. Li Sûriyê halê hazir bila teslîmkirina deverên ku di bin kontrola welatên din da ne ji bo Sûriyeyê were xeberdan. Gotina 'Ew der dane rejimê' me qanih nake. Dema wext hat em ê Efrînê teslîmî Efrîniyan bi xwe bikin. Lê wextê vê di destê me da ye. Em ê wê diyar bikin, ne Birêz Lavrov."
Erdogan li ser pirsa ji bo geşedanên li Xûtaya Rojhilat wê bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Vladîmîr Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra biaxive yan na wiha got: "Ez û Birêz Pûtîn em her gav xeberdanên bi vî rengî dikin. Bi Birêz Trump ra jî dikin. Em ê cardin bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin