Tirkiye: Wê Rûsya ji bo hatina kestiyên bazirganî yên Tirk rê veke

09 March 2022 22:01 0 dîtin
Tirkiye: Wê Rûsya ji bo hatina kestiyên bazirganî yên Tirk rê veke

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi hemkarê xwe yê Rûsî Sergey Şoygu re peywendiyeke telefonî pêk anî.

Hat ragihandin ku Akar gotiye, wan ligel Şoygu hevdîtineke erênî kiriye û  diyar kiriye, ku wê keştiyên bazirganî yên Tirkiyê ku li bendergehên Rûsî asê mane di demeke nêzîk de vegerin Tirkiyê.

Akar daye zanîn ku wê alîyê Rûsya ji bo bi awayekî ewle hatina wan keştiyên bazirganî parastina wan dabîn bike.

Herwiha Wezîrê Tirk gotiye, ew li ser ewlehiya du balafirên kargo yên Tirk ku li Ûkraynayê asê mane jî axivîne.