Rûsya: Tirkiye li Derya Res otorîte ye, lê kestiyên NATOyê gefê çêdikin

18 July 2024 19:42 0 dîtin
Rûsya: Tirkiye li Derya Res otorîte ye, lê kestiyên NATOyê gefê çêdikin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, bal kişand ser stratejiya Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy a kişandina NATOyê ber bi Deryaya Reş ve û ragihand, Tirkiye li Deryaya Reş otorîteya rêvebirinê ye ku ew jî bi Peymana Montro hatiye destnîşankirin.

Peskov, li ser rewşa welatên peravên wan li Deryaya Reş tune ye bal kişand ser ku Peymana Montroyê bi awayekî rijd hatiye girêdan ku Tirkiye di rewşa otorîteya îdarekirinê de ye.

Berdevkê Kremlînê diyar kir, “Helbet dema behsa zêdebûna keştiyên NATOyê li Deryaya Reş tê kirin, em balê dikşînin ser Bulgaristan û Romanyayê. Dema welatên NATOyê zêdetir xwe tevî şerê li Ukraynayê bikin ev ji bo Rûsyayê gefeke din tîne. Wê Rûsya helbet ji bo ewlekariya xwe her cure tedbîran bistîne.”