Tirkiye: Rûsyayê êrîsî Idlibê kir: 7 kes hatin kustin

22 July 2022 13:32 0 dîtin
Tirkiye: Rûsyayê êrîsî Idlibê kir: 7 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin kontrola komên çekdar û Tirkiyê de ye, di encama êrîşeke esmanî 7 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê diyar kiriye, di êrîşa esmanî de her du gundên Yaqûbiye û Cudeydeya yên li rojavayê bajarê Idlibê hatine bombebarankirin.

Herwiha hat ragihandin, di êrîşê de 7 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Tirkiyê eşkere kiriye, ew êrîşa esmanî ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kirin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyên ser bi komên çekdar ên dijî hikûmeta Sûriyê ve destnîşan kirine, di saet 05.36an de balafira şer a Rûsyayê ji baregeha Himeymîm a li Lazqiyeyê rabûye û êrîşî her du gundan kiriye.