Tirkiye: Me nexseya Rûsyayê ya li ser Idlibê qebûl nekir
PeyamaKurd- Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın ragihand ku wan nexşeya Rûsyayê ya di derbarê Idlibê de ku pêşkêşê Tirkiyê kirine qebûl nekirine û ji nexşeyê nerzaîbûne. Heyeta Tirkiyê bo lihevkirina li ser Idlibê çûbû Moskovayê û bi rayedarên Rûsyayê re hevdîtin kiribûn. Berdevk di dema ku li baregeha serokkomariya Tirkiyê, civîn dewam dikir, agahiyan da çapemeniyê. Kalın weha got:
“Em bi heyeta Rûsya ya bo sedema pêşdeçûnên li Idlibê axifîn. Xeta me ya bingehîn ku dagerin ser lihevkirina Soçiyê. Biryara ku heya niha hatiye dayîn; dewama hevdîtinan e. Heya niha ji hevdîtinan encameka ku me razî bike derneketiye. Kaxez û nexşeya ku dane ber me, me qebûl nekir.”
Kalın got ku sînorê wan yê bi Rûsyayê re lihevkirine diyare û weha dewam kir:
“12 baregehên çavdêriyê li gor nexşeya hatibû danîn, me hêzên xwe li wan deran bicîh kir. Ya girîng ewlehiya wan e. Çavê me ne li axa ti kesê ye. Eger êrîşekî an aciziyekî bidin leşkerên me, bila gumana ti kesekî tine be, me çawa berê bersiva wan da, em ê bi awayeka tund car din bersiva wan bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin