Tirkiye: Em wê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin dibînin û red dikin

22 February 2022 12:34 0 dîtin
Tirkiye: Em wê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin dibînin û red dikin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê li ser biryara naskirina “Komara Gel a Donetsk” û Komara Gel a Luhanskê” de ji aliyê Rûsyayê daxuyaniyek da û diyar kir: “Em wê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin dibînin û red dikin.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê eşkere kir, naskirin û îtirafkirin bi “Komara Gel a Donetsk” û Komara Gel a Luhanskê” ji aliyê Rûsyayê ve, berevajî Rêkeftina Minskê ye û binpêkirina eşkere ya yekparçeyiya ax, serwerî û yekîtiya siyasî ya Ukraynayê ye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em vê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin dibînin û red dikin. Lewra em tekezê li ser helwêsta xwe ya derbarê parastina yekparçeyî û yekîtiya siyasî ya Ukraynayê de dikin û bangî hemû aliyan dikin ku li ser xwe bin û pêbendê mafên navdewletî bin.”