Rûsyayê banga Idlibê li Tirkiyê kir: Nayê qebûlkirin...

26 December 2019 20:07 0 dîtin
Rûsyayê banga Idlibê li Tirkiyê kir: Nayê qebûlkirin...

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku Moskowê bang li Tirkiyê kiriye ku li gorî rêkeftina Soçiyê tevbigerin û komên çekdarên radîkal û muxalîfên nermrê ji hev cuda bikin û komên çekdar ji Idlibê derxin.

Mariya Zaharova di civîna rojnamevanî de got, “Nayê qebûlkirin ku helîna terorê ya Idlibê heta hetayê hebûna xwe biparêze. Ji ber vê jî Rûsya bang dike ku rêkeftina Soçî ya 17ê îlona 2018an bi temamî were cîbicîkirin.”

Li aliyê din Sererkaniya Artêşa Sûriyê jî demek berê ragihandibû ku 40 bajarok ji destê komên çekdar hatine derxistin û bang li sivîlên li Idlibê dimînin kiribû terka wan herêmên jêr kontrola komên çekdar bidin.