Ji Rûsyayê mikurhatina Efrînê: Me cî nîsan da Tirkiyê jî koma YPGê tune kir
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniyeke nivîskî de ku behsa êrîşa ser xala çavderiyê ya Tirkiyê dike de, ragihand ku Rûsyayê piştî êrîşa 9ê Hezîranê ya YPGê ku li Til Rifatê ku leşkerekî tirk hatibû kuştin û 5 jî birîndar bûbûn cihê YPGyiyên li Efrînê ji Tirkiyê re gotiye û wan jî êrîşî wan kiriye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, hêzên rûsî kordînatên komek YPGyiyan ku tê gotin, 9ê Hezîranê li Til Rifatê êrîş birine ser leşkerên Tirkiyê daye artêşa Tirkiyê û wan jî heman rojê ew koma çekdar tune kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin