Rûsyayê bertek nîsanî Tirkiyê da: Fikarên me rast derketin!

27 October 2021 20:04 0 dîtin
Rûsyayê bertek nîsanî Tirkiyê da: Fikarên me rast derketin!

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dimitrî Peskov, li ser bikaranîna balafirên bêpîlot ên Tirkiyê yên cûreya Bayraktar ji aliyê Ûkraynayê ve bertek nîşan da û got, “Fikarên me yên li ser bêîstiqrariyêê rast derketin.”

Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov wiha axivî: “Fikarên me yên derbarê firotina balafirên bêpîlot de ji aliyê Tirkiyê ve bo Ûkraynayê rast derketin. Rîska wê yekê heye ku IHAyên Tirk rewşa li rojhilatê Ukraynayê aloz bikin.”

Hêjayî gotinê ye, artêşa Ûkraynayê doh li Donbasê dîmena topeke cudaxwazên alîgirê Rûsyayê belav kir ku droneke ji cûrê Bayraktar lê dide.

 Ajansa Fermî ya Tirkiyê bi zarê rayedarên Tirk ragihandibû ku ji bo cudaxwazên Ûkraynayê neçarî agirbestê bikin, yekem car e drone hatiye bikaranîn.