Rûsyayê bertek nîsanî Tirkiyê de

25 August 2021 20:05 0 dîtin
Rûsyayê bertek nîsanî Tirkiyê de

PeyamaKurd – Rûsyayê li ser mijara Kirimê ku Tirkiyê wekî dagirkeriyeke nerewa ya Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve dibîne, bertek nîşanî hikûmeta Tirkiyê.

Berdevkê Kremlînê Dimtirî Peskov bal kişand ser pêwendiyên wan ên ligel Tirkiyê û li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku gotibû, ‘me ti carî pênase li dagirkirina Kirimê ya îllegal nekiriye’ got, ‘em vê helwesta hempîşeyê xwe yê tirk qebûl nakin û difikirin ku ev nêrîn bi temamî şaş e.’

Peskov gotiye, ew amade ne rewşa rastîn a Kirimê ji Tirkiyê re vebêjin û şaşiyan zelal bikin.

Çavuşoglu beriya civîna Platforma Kirimê ya li Ûkraynayê gotibû, ew ti carî pênaseyê li dagirkeriya Kirimê ku Rûsya  wek beşek ji axa dibîne nas nakin û vê her tim didin xuyakirin.