Rûsyayê bang li Tirkiyê kir: Divê Tirkiye bi hûrgilî tevbigere
PeyamaKurd – Nûnerê taybet ê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentyev bang li Tirkiyê kir ku li hember bikaranîna hêza leşkerî ya “zêde” li Sûriyê bêdeng nemîne û rê li ber zêdebûna aloziyan bigire.
Lavrentyev piştî operasyona Tirkiyê ya bi penç-şûr a li Rojava û Herêma Kurdistanê banga “nerazîbûnê” kir.
Balyozê Rûsyayê da xuyakirin ku divê Tirkiye bi hûrgilî tevbigere û got, "Em ê bang li hevkarên xwe yên Tirk bikin ku ji bo pêşîgirtina li derketina aloziyê, ne tenê li herêmên Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû xaka Sûriyeyê helwestê nîşan bidin."
Nûnerê Rûsyayê herwiha tekez kir ku Rûsya wê bi aliyên pêwendîdar re ji bo çareseriya aştiyane ya "pirsgirêka Kurd" bixebite.
Lavrentyev diyar kir, Tirkiyeyê ji ber operasyonê Rûsyayê agahdar nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin