Ji Rûsyayê du bangewaziyên lezgîn bo Tirkiyê...

20 February 2020 19:42 0 dîtin
Ji Rûsyayê du bangewaziyên lezgîn bo Tirkiyê...

PeyamaKurd – Ajansa Spûtnîk a Rûsî belav kir ku Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsya li Sûriyê ragihandiye ku Tirkiye li Sûriyê piştgiriya leşkerî dide terorîstan (komên çekdarên girêdayî Tirkiyê) û bang li Tirkiyê kir dawî li sewqîyata leşkerî bo Idlibê bîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova jî îro Pênceşemê bang li Tirkiyê kir, li şûna daxuyaniyên nerast û ne di cî de, bila rêya danûstandin û ragihandinên dîplomatîk bikar bîne.

Zaharovayê got ku bila Tirkiye dûrî daxuyaniyên nerast û ne di cî de, rêyên danûstandina dîplomatîk bikar bîne.

Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsya li Sûriyê da xuyakirin ku li Kmînas û Nêrebê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bi piştgiriya artêşa Tirkiyê berevaniya hêzên rejîmê şikandine û wiha pê de çû: "Em dixwazin balê bikişînin ser ku ev ne yekem bûyera ku artêşa Tirkiyê piştgiriya komên çekdar dike ye. Em bang li aliyê Tirk dikin, piştgiriya çalakiyên terorîstan bidawî bîne û sewqiyata leşkerî bo wan rawestîne.”

Navendê ragihand, di êrîşên Kmînas û Neyrabê de 4 leşkerên rejîmê birîndar bûne ku ew êrîş bi piştgiriya topbarana artêşa Tirkiyê û hejmarek zêde tankan li dijî artîşa Sûriyê hatiye kirin.