Rûsya: Êdî fermandariya Rûsî ewlehiya balafirên Tirkiyê li Idlibê garantî nake!
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê piştî ku îro qada asmanî ya Idlibê ji firînên derve re hat girtin ragihand ku ew garantiya ewlehiya balafirên Tirkiyê nadin.
Îro 1ê Adarê rejîma Sûriyê piştî tevgera zêde ya asmanî ya balafirên Tirkiyê û xistina 2 balafirên wan, qada asmanî li Idlibê ragirt û ragihand ku ew dê her çi li ser wê qadê bifire wekî dijmin bibînin û lêbidin.
Li gorî nûçeya Sputnîk a Rûsî Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê Oleg Juravlyov ragihand, piştî girtina qada asmanî ew êdî garantiya ewlehiya balafirên tirk nadin.
Juravlyov got ku ji ber alozbûna rewşê hikûmeta Sûriyê neçar maye qada asmanî li wê herêmê bigire û di van şert û mercan dre jî fermandariya Rûsya ya li Sûriyê nikare ewlehiya balafirên Tirkiyê garantî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin