Rûsya: Eger Îsraîl Patriotan bisîne Ûkraynayê em ê îmha bikin
PeyamaKurd – Nûnerê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekgirtî Vassily Nebenzia, li ser îhtîmala ku Îsraîl sîstemên Patriotan yên di destê Îsraîlê de kevin bûne bişîne Ûkraynayê, hişyariyê da Îsraîlê. Vassily got eger Partiotan bişîne Ûkraynayê dê wan îmha bikin.
Vassily li ser ku wê di meha Temmûzê de serokatiya konseya Neteweyên Yekgirtî bikeve destê Rûsyayê, berya wê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser îhtîmala şandina sîstema hewayî ya Patriotan got:
“Her sîlihên ku bişînin Ûkraynayê dê bên îmhakirin. Çek ji ku derê herin Ûkraynayê qedera wan aşkeraye. Her wekî çawa ji Rojava û Amerîkayê dişînin Ûkraynayê.”
Vassily, her weha li ser mesela Fîlîstînê jî got di dema serokatiya Rûsyayê de, dê li ser mijara Fîlîstînê hûr bibin û di du civînên bên lidarxistin de, wê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serokatiya civînan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin