Wezîra Îsraîlî: Serkeftin ji vegera rehîneyê dawî girîngtir e
PeyamaKurd – Wezîra Mîsyonên Neteweyî yê Îsraîlê ya rastgir Orit Strock diyar kir ku "Serkeftina şer ji vegerandina rehîneyê dawî girîngtir e."
Strock endama Partiya Siyonîzma Dînî ya bi serokatiya Wezîrê Aboriyê yê rastgirê tundrew Bezalel Smotrich di hevpeyvîna xwe ya bi kanala 12 ya televizyona Îsraîlê re got ku bidestxistina "serkeftineke stratejîk" li Xezzeyê ji vegerandina girtiyên Îsraîlî yên li wê derê girîngtir e û wiha got: "Serkeftina şer ji vegerandina rehîneyê dawî girîngtir e."
Strock bi bîr xist ku berê serokê muxalefetê Yair Lapid û Wezîrê berê yê Ewlekariya Navxweyî Omer Bar-Lev pêşnûmeqanûnek pêşkêş kiribûn ku li hember serbestberdana yekî rehînekê rê li ber serbestberdana zêdetirî girtiyan bigire û destnîşan kir ku nêrînên bi vî rengî niha wek tundrewî têne hesibandin, lê divê ev têgihîştina ji nû ve were pejirandin.
Strock wiha got: "Ji bo ku em li Xezzeyê serkeftineke stratejîk bi dest bixin, dibe ku em dev ji hin rehîneyan berdin. Ev yek 10 sal berê li Îsraîlê li hev hat kirin."
Strock amaje bi wê yekê kir ku berdewamiya azadkirina Filistîniyan û "nîşandana lawaziyê" wê bibe sedem ku dijminên Îsraîlê bigihêjin wê encamê ku ew xwedî kapasîteya biryardanê ne û got ku eger ew Hamasê ji holê rakin û piraniya Filistîniyan ji Xezzeyê derxînin û wê kontrol bikin, wê peyamek bi hêz ji tevahiya herêmê re bişîne.
Strock berê gotibû ku ew li dijî peymana bi Hamasê re ye û gef xwaribû ku di Tîrmehê de ligel partiya xwe ji hikûmetê vekişe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin