Îro salvegera serkeftina Pirdê ye!
PeyamaKurd- Çekdarên Heşdî Şebî û Artêşa Iraqê bi YNKê re li hev kirin û tevî Kerkûkê, gelek herêmên Kurdistanî ji Kurdistanê qetandin. Lê belê li Pirdê pêşmergeyan berxwedaneke dîrokî kirin.
Piştî Referandûma Kurdistanê, neyarên Kurdan xwestin ku serkeftina Kurdan bêqedir bikin û bi hinek xayînên di nava Kurdan de re levhatin pêk anîn û xwestin hemî Kurdistanê vegirin. Çekdarên Heşdî Şebî û Artêşa Iraqê bi YNKê re li hev kirin û tevî Kerkûkê, gelek herêmên Kurdistanî ji Kurdistanê qetandin. Piştre jî berê xwe dane Hewlêrê. Lê belê li Pirdê pêşmergeyan berxwedaneke dîrokê kirin. Tankên Amerîkayê yên bi navê Abramsê jî li dijî pêşmergeyan hatin bikaranîn. Lê pêşmergeyan ev tank jî îmha kirin û êrîş vala derxistin. Êdî di ser vê bûyera dîrokî re tam salek derbas bû. Ev roj ji bo xêrnexwazên Kurdan, bû derseke dîrokî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin