Serok Barzanî li ser salvegera berxwedana Pirdê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di derbarê sêyemîn salvegera berxwedana Pirdê de peyamek belav kir.
Serok Barzanî bo mêrxasî û berxwedana Pirdê, li ser twîttera xwe peyamek kurt belav kir û destnîşan kir:
<“Îro ne mîna do ye û sibê jî mîna îro nabe.”
>Today does not resemble yesterday, and tomorrow shall not resemble today.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) October 20, 2020
Piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017an û dagîrkirina Kerkûkê, beşek ji deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, hêzên Heşda Şeibî û Iraqê bi tank û çekên giran li devera Pirdê ya Kerkûkê, êrîşî Hewlêrê kirin lê hêzên Pêşmerge ew êrîş têk birin û mêrxasiyek mezin nivîsandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin