Îro çaremîn salvegera berxwedan û destana devera Pirdê ye

20 October 2021 11:28 0 dîtin
Îro çaremîn salvegera berxwedan û destana devera Pirdê ye

PeyamaKurd – Îro çaremîn salvegera berxwedan û destana devera Pirdê ya Kerkûkê ye. Di wî şerî de, hêzên Pêşmerge plana neyarên Kurd û Kurdistanê pûç kirin.

Piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017, Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û artêşa Iraqê, zêdetirî nîvê xaka Kurdistanê, ku bi xwîna pêşmergeyên Kurdistanê hatibû rizgarkirin, dagir kirin. Paşê xwestin êrîşî Hewlêrê bikin û statûya Herêma Kurdistanê nehêlin, lê bi fermana Serok Barzanî ve hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li Pirdê rê li milîsan girtin, bi şikandina tanka Abrams şikoya artêşa Iraqê şikandin û nehiştin ew pêş de herin û destana mezin a Pirdê nivîsandin.

Li Pirdê, êrîşên neyarên Kurdistanê rastî bersiv û berxwedaneke tund a Pêşmerge hatin û planên wan pûç bûn.

Herwiha di wî şerî de, Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Rojhilatê Kurdistanê bi fermandehiya Husên Yezdanpenah jî alîkariya Pêşmergeyên Başûr kirin.

Piştî wê destana mezin, Serok Barzanî bersiva balyozê wê demê yê Amerîka li Bexdayê da ku gotibû, êdî dinya hatiye guhertin û divê hûn jî xwe biguherînin. Serok Barzanî wiha jê re gotibû:

“Cenabê balyoz! Îro do nîne û sibe jî mîna îro nabe.”