Îro 5emîn salvegera Destana Sihêla ye!
PeyamaKurd – 5 sal berê piştî xiyaneta 16ê Cotmehê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li Pirde û Sihêla li hember Pêşmergeyên Kurdistanê rastî şikesteke mezin hatibûn û tankên wan hatibûn ruxandin.
Di çarçoveya planên dijmin, yên ku bi xiyaneta 16ê Cotmehê re destpê kir, dijmin piştî dagîrkirina Kerkûkê xwest berê xwe bide Hewlêrê û Hewlêrê jî dagîr bike, lê li devera Pirdê Pêşmerge pişta dijmin bi Serkatiya Îranê şikand û neçar ma paş ve vegere.
Herwiha piştî lehengiya Pirdê, di 26ê Cotmehê de jî lehengiya Sihêlayê hat tomarkirin, dijminê ku dixwest bi girtina Sihêlayê û hin herêmên din Kurdistanê dorpêç bike û deriyê navbera Başûr û Rojavayê bigre û rêya bazirganiya Kurdistanê qut bike, dîsa rastî şikesteke mezin hat û neçar ma li hember Pêşmerge serê xwe bitewîne û paşve bireve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin