Îro 4emîn salvegera Destana Sihêla ye: Yek ji destanên dîrokî yên Pêsmerge ye
PeyamaKurd – 4 sal berê piştî xiyaneta 16ê Cotmehê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li Pirde û Sihêla li hember Pêşmergeyên Kurdistanê rastî şikesteke mezin hatibûn û tankên wan hatibûn ruxandin.
Di 4emîn salvegera Destana Sihêla ya şikandina Heşda Şeibî û hêzên Iraqê de, Fermandarê Pêşmerge li nav hêzên piştevaniya yek ya Wezareta Pêşmerge, lîwa Qehar Mecîd got, ‘Destana Sihêla yek ji destanên dîrokî yên Pêşmerge ye.’
Fermandarê Pêşmerge dibêje, “Rol û erka me di destana Sihêla de erkek serekî bû. Me berevanî kir û me nehîşt dijmin nêzîkî sengerên hêzên Pêşmerge bibin. Me ji dûriya 900 metran tankên wan şewitandin. Me ji danê sibê heta demjimêr 11 şev şer û berxwedan kir.”
Fermandarê Pêşmerge Qehar Mecî destnîşan kir, “Destana Sihêla yek ji destanên dîrokî yên Pêşmerge ye li hember hêzên Iraqî û Heşda Şeibî. Me bi şerê xwe ji re got ku em Pêşmerge ne û li hember we xwe naçemînin. Yên ku Kerkûk firotin û xiyaneta 16ê Cotmehê kirin, dixwestin pêşde bên lê pêşmergeyên qehreman li Pirdê difian wan şikandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin