26ê Cotmeha 2017an di Serê Sihêla de destana parastina Statûya Kurdistanê hat nivîsandin
PeyamaKurd - Şeş sal ber bi ser şer û destana Sihêla û mêrxasiya hêzên Pêşmerge ya parastina Statûya Herêma Kurdistanê de derbas bû.
26ê Cotmeha 2017an di şerê Sihêla de, bi mêrxasiya Pêşmerge serkeftineke mezin li hember dijmin û neyarên kurd û Kurdistanê hate nivîsandin.
Şerê Sihêla roja 26ê Cotmeha sala 2017 qewimî û hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrîşa hêzên Iraqî û milîsên Heşda Şeibî dan ku bi piştevanî û alîkariya dewleteke cîran dixwestin ezmûn û statûya Herêma Kurdistanê ji holê rakin.
Di şerê Sihêla de, gelek otomobîl, wesayîtên serbazî û zirxî yên dijmin hatin têkşikandin û gelek ji wan hatin kuştin ku neçar man paşde vekişin.
Di wî şerê Sihêla de, hejmarek pêşmerge û fermandarên Pêşmerge jî şehîd û birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin