Îro salvegera berxwedana Pirdê ya Kerkûkê ye

20 October 2020 11:45 0 dîtin
Îro salvegera berxwedana Pirdê ya Kerkûkê ye

PeyamaKurd - Sê sal bi ser şer û berxwedana devera Pirdê ya Kerkûkê re derbas bû. Di wî şerî de hêzên Pêşmerge plana neyarên Kurdan û Kurdistanê pûç kirin. Îro 20.10.2020 sêyem salvegera berxwedana Pirdê ye.

Piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017, Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û artêşa Iraqê zêdetirî nîvê xaka Kurdistanê, ku bi xwîna pêşmergeyên Kurdistanê hatibû rizgarkirin, dagir kirin. Paşê xwestin êrîşî Hewlêrê bikin û statûya Herêma Kurdistanê nehêlin, lê bi fermana Serok Barzanî ve hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li Pirdê rê li milîsan girtin û nehiştin ew pêş de herin û destana mezin a Pirdê nivîsandin. Rastî bersiv û berxwedaneke tund ya Pêşmerge hatin û pilanên wan pûç bû.

Herwiha di wî şerî de, pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê yên Rojhilatê Kurdistanê bi fermandehiya Husên Yezdanpenah jî alîkariya pêşmergeyên Başûr kirin.