Rûsya: Em amade ne bibin navbeynkarên Îsraîl û Hizbullahê
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, ragihand ku ew dixwazin di aloziya Rojhilata Navîn de rola navbeynkariyê bigrin ser xwe.
Peskov di civîneke rojnamevanî ya Moskowê de li pirsa ‘Gelo rêveberiya Îsraîlê ji bo navbeynkariya Îsraîl-Hizbullaha Lubnanê daxwaz ji we kiriye?’ got, Rûsya li ser rewşa Rojhilata Navîn bi Îsraîl, Îran, Lubnan û aliyên din re di pêwendiyê de ye.
Peskov diyar kir, “Helbet heger hewldanên me di her qonaxekê de bandora xwe nîşan bidin, em amade vê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin