Rusya: Em amade ne gazê bidin Ewropayê

26 December 2022 15:30 0 dîtin
Rusya: Em amade ne gazê bidin Ewropayê

PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîrê Rusyayê Alexander Novak ragihand ku Moskow amade ye bi rêya xeta boriya Yamal-Ewropa, ji nû ve ji Ewropayê re şandina gazê bide destpêkirin.

Li gorî nûçeya ajansa TASSê, Novak di daxuyaniya xwe de got ku

"Ji ber ku kêmbûna ceyranê dewam dike, bazara Ewropayê girîng e û her derfeta me heye ku em ji nû ve dabînkirina gazê bidin destpêkirin."

Novak, di dewama daxuyaniyê de got, “Wekî mînak, xeta boriya Yamal-Ewropa ya ku ji ber sedemên siyasî hatibû rawestandin, hîn jî nayê peydakirin.”

Di meha gulanê de Kompaniya Gazpromê ya Rusyayê, siza li kompaniya xwediyê beşa boriya Yamal-Ewropa ku di ser Polonyayê re derbas dibe birîbû û piştî wê, Polonyayê ev yek red kir ku bi rubleyê dravan bide û dabînkirina gaza xwezayî qut bike. 

Cîgirê Serokwezîrê Rusyayê Novak jî dupat kir ku Moskow piştî avakirina navendeke gazê ya li Tirkiyeyê, li ser şandina gazê ya zêde bi rêya Tirkiyeyê difikire û diyar kir ku  tê çaverêkirin Moskow îsal 21 milyar metrekup gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) bişîne Ewropayê.