Rûsya: Em bi HTSê re li Sûriyeyê di nava têkiliyê de ne
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku Rûsya bi komîta siyasî ya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li Sûriyê re rasterast di nava danûstandinê de ye.
Li gorî nûçeya doh a ajansa nûçeyan a Interfaxê, Bogdanov ji rojnamevanan re axivî û got, armanca Moskow jî ew e ku baregehên xwe yên leşkerî li Sûriyê bihêle.
Bogdanov got ku têkiliyên bi HTŞê yên ku Beşar Esed hilweşand "bi awayekî avaker dewam dikin." Bogdanov diyar kir ku divê Rûsya sozên HTŞê yên "dûrketina ji tundrewiyê", dabînkirina nîzama giştî û ewlekariya dîplomat û welatiyên biyanî bi cih bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin