Rusya: Em bi wî welatî re di nav pêwendiyê de ne

23 October 2023 15:00 0 dîtin
Rusya: Em bi wî welatî re di nav pêwendiyê de ne

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Gruşko, li ser pêşniyaza garantoriya Tirkiyeyê ya ji bo çareseriya aştiyane ji bo aliyên Îsraîl û Fîlîstînê pêşkêşî Tirkiyeyê kir û got ku Moskow û Enqere bi rêyên dîplomatîk di nav pêwendiyê de ne.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Gruşko li ser pêşniyaza garantoriya Tirkiyeyê got ku

"Di rewşa heyî de kanalên dîplomatîk hatin çalakkirin. Em bi hemû hevkaran, bi hemû aktoran re di nav têkiliyê de ne. Helwesta Rusyayê baş tê zanîn. Ev yek di daxuyaniyên Serokê Rusyayê Putin û Wezareta Karên Derve de derket holê. "

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kiribû ku Tirkiye ji bo aştiya herêmê formuleke garantor pêşniyaz kiriye û destnîşan kiribû ku welatên ku dê ji aliyê Filistînê re bibin garantor divê ji herêmê bin.