Brîtanya: Rusya, li basûrê wî welatî artêseke nû ava dike

21 August 2023 15:30 0 dîtin
Brîtanya: Rusya, li basûrê wî welatî artêseke nû ava dike

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku rayedarên Rusyayê xwe amade dikin ku artêşeke nû li axa başûrê Ukraynayê ya dagirkirî ava bike da ku di şerê berdewam ê bi Ukraynayê re leşkerên xwe yên xwedî ezmûn bi cih bike.

Di daxuyaniya wezaretê de hat îdiakirin ku dema şerê navbera Rusya û Ukraynayê dewam dikir, rêveberiya Moskowê avahiya leşkerî guhertiye.

Bal hat kişandin ku tê texmînkirin ku hêzên asîmanî yên li herêma Khersonê ber bi herêma Orikhivê ku lê pevçûnên dijwar lê diqewimin, dikevin ber çavan û armanc ew e ku di xalên girîng de leşkerên bi cerebe bên bikaranîn.

Hat diyarkirin ku artêşa nû ya 18an a li Xersonê hatiye bicihkirin, ji yekîneyên cuda pêk tê û di nav wan de korpusa 22yemîn a ku di dagirkirina Kirimê de rol lîstiye jî cih digire.