Rusya, pergalên parastina asîmanî disîne wî welatî

15 August 2023 16:30 0 dîtin
Rusya, pergalên parastina asîmanî disîne wî welatî

PeyamaKurd- Dîrektorê Servîsa Hevkariya Leşkerî-Teknîkî ya Federal a Rusyayê Dmitriy Shugayev diyar kir ku pergalên parastina asîmanî yên S-400 û amûrên pê ve girêdayî dê li gorî plansaziyê radestî Hindîstanê bên kirin.

Shugayev di axaftina xwe ya li Foruma Teknîkî ya Leşkerî ya Navneteweyî ya Army 2023 de got ku hilberîna pergalên moşekî yên S-400 Triumph li gorî plansaziyê berdewam dike û tê payîn ku radestkirina amûran di çarçoveya dema lihevkirî de biqede.

Shugayev diyar kir ku tê çaverêkirin ku radestkirina alavên ji bo pergala S-400 Triumph di çarçoveya dema lihevkirî de biqede.”