Forbes: Herêma Kurdistanê, ji pergalên berevaniya asîmanî bêpar e
PeyamaKurd- Kovara Forbes a Amerîkî nivîsî ku her çend Herêma Kurdistanê hevalbendê Amerîka ye û rûbirûyê metirsiyên cuda ye, lê ji hêza bingehîn a berevaniya asîmanî bêpar e.
Di gotarekê de ku di kovara Forbesê de hat belavkirin de hat gotin ku dabînkirina pergala berevaniya asîmanî C-RAM ji bo Herêma Kurdistanê dê ji bo rûbirûbûna êrîşên firokeyên bê firokevan û moşekî bi bandor be.
Di gotarê de hat gotin ku li dijî êrîşên balafirên kifşê yên navborî, dabînkirina çeka li dijî asîmanî ya bi hêza Gepard a Almanî û C-RAM a Hewlêrê dê bi bandor be.
Hat destnîşankirin ku ji bilî dayîna pergala dijmoşekî, ji bo Herêma Kurdistanê, radestkirina hin helîkopterên ji cureya AH-6 jî dê di şerê li dijî IŞÎDê û hêzên wekî wan de alîkariya asîmanî ji Pêşmerge re bike.
Helîkoptereke bingehîn a şer a AH-6an bi qasî 2 milyon dolaran e.
Her wiha di wê gotarê de hat gotin ku heger helîkopterên bi vî rengî û hinek pergalên berevaniya asîmanî yên Herêma Kurdistanê hebin, metirsî li ser tu aliyekî namîne û dê piştgiriyeke berçav bide Hêzên Pêşmerge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin