Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Berevaniya Îtalyayê re civiya

19 February 2022 16:29 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Berevaniya Îtalyayê re civiya

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munichê de, bi Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrî û hevkariyên serbaziyên Îtalya di dema şerê DAIŞê de dûpat kir. Di derbarê rewşa emnî ya Iraqê jî ronahî kir ku alîkariya di navbera artêşa Iraq û Pêşmerge bi taybetî li navçeyên valahiyên emnî başe û ji ber gefên ciddî yên DAIŞê, pêwîst e Hewlêr û Bexda berdewam di alîkariyê de bin.

Herwiha Guerini dûpat kir Îtalya di piştgîrî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibe bi taybetî ku di demeke nêzîk de welatê wan serkirdayetiya erkê NATO li Iraqê werdigre û got: “Ezmûna me ya berê li gel Pêşmerge baş û serkeftî ye û pêzanînên me ji bo rol û qurbaniyên Pêşmerge hene.”

Mijareke din a civînê jî, rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îtalya û rûbirûbûna terorê bû.