Rûsya: Karê pêsî dîyaloga ligel kurdan û berjewendiyên Tirkiyê…

17 April 2019 20:54 0 dîtin
Rûsya: Karê pêsî dîyaloga ligel kurdan û berjewendiyên Tirkiyê…

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li bakurê Sûriyê (Rojava) û Rojhilatê Firatê ya girîng ew e ku herêm bikeve bin kontrola rejîma Sûriyê.

Lavrov herwiha li ser heman mijarê got, “Karê ku pêşî bê kirin dîyaloga ligel kurdan û li gor berjewendiyên Tirkiyê dabînkirina ewlehiya sînorên Sûriyê ye.”

Lavrov li Moskowê di civîna rojnamevanî ya ligel Wezîrê Derve yê Sirbistanê Ivica Dacic de herwiha diyar kir, ‘Pêwîste di demeke herî nêzîk de Komîteya Destûra Sûriyê were damezirandin. Tişta li erdê dibe bandorê li vê nake. Li erdê rewş bi îstiqrar e.”

Lavrov li ser rewşa Idlibê destnîşan kir, nabe terorîst heta hetayê li wir bikaribin bimînin.