Rûsya: Me bi fuzeyên seyrê li depoyên mosekên 'Storm Shadow' xist!
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku wan şeva borî bi fuzeyên seyrê wan li depoyên moşekên 'Storm Shadow' û cebilxaneyên ûranyûma kêmkirî xistiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotn ku şeva borî bi fuzeyên menzîldirêj ên seyrê û dronan ew êrîş hatiye encamdan û depoyên çekan ên Kîevê yên fuzeyên bi hesasiya zêde 'Storm Shadow' û cebilxaneyên bi uranyûma kêmkirî hatine armanckirin.
Wezaretê daye xuyakirin ku hemû armancên êrîşê hatine lêdan.
Li gorî daxuyaniyê heta niha 472 balafir, 249 helîkopter, 6,865 navgînên asmanî, 437 sîstemên berevaniya asmanî, 11,931 wesayîtên zirxî û gelek avalên din ên leşkerî yên Ukraynayê di êrîşên artêşa Rûsyayê de hatine têkdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin