Rûsya qebûl nake ku rojnamevanên Rojavayî herin forma St. Petersburgê
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Putin wê ji bo veberhênerên navdewletî modela aboriyê di forma St. Petersburgê ya navdewletî ya darayî de ragihîne lê wê rojnamevanên Rojavayî necin formê. Li ser mijarê berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku:
“Weşangerên ku ji welatên dijmin werin formê, me biryarê da ku wê nikaribin bikevin formê û bişopînin. Eleqa formê ji ya he wextê zêdetire. Temamê rojnamevanên din wê karibin di formê de bixebitin. Welatên dijmin jî ew welatin ku ji ber Ûkraynayê dorpêçan danîne ser Rûsyayê.”
Forma navdewletî ya Abdoriyê ya St. Petersbûrgê ciyê niqaşêye ku li ser bazarên hêj nûh pêşde diçin û pirsgirêkên darayî yên ku dinya bi wan re rû bi rû ye tê de tên munaqeşekirin û ji sala 1997an heya niha li bajarê St. Petersbûrgê her sal lidardixin.
Form weka raqibê Davosa Îsvîçreyê (WEF) tê qebûl kirin û wê di 14-17 ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin