Rûsya qebûl nake ku êrîs a çekên kîmyewiye
PeyamaKurd- Wezareta karê derve ya Rûsyayê bo êrîşa Sûriyê ya çekên kîmyewî, mijarê weka “provakasyonên bi talûke” binav kir.
Rêvebirên wezareta Karê derve yên Rûsya piştî artêşa Sûriyê bi çekên kîmyewî li Dûmayê xist, ev dibe sedem ku mudaxeleyeka navdewletî çêbibe. Lê Rûsya vêya qebûl nake û weka “provakasyoneka bi talûka” bi nav dike. Hem dibêje bo ji derve mudaxele bêkirin, ev mijar tê gotin.
Ji rêvebirên Rûsyayê Kosaçev mijarê weha radigihîne: “Ev dereweka nû ye ku ji aliyê ‘çêkerên derewên nû’ de hatiye gotin. Ji bo vêya gelek sedem hene ku bê gotin: Dixawazin bikin ku Ceyşul Îslam ji Dûmayê dernê.”
Dûma niha di herêmê de devera herî dawiyê ye ku di destê muxalefetê de ma ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin