Mariupol: Rûsyayê di êrîsên xwe de çekên kimyewî bikar aniye

14 April 2022 19:48
Mariupol: Rûsyayê di êrîsên xwe de çekên kimyewî bikar aniye

PeyamaKurd-Şaredarê Mariupol ê Ukraynayî dibêje, êrîşên Rûsyayê li ser wan dewam dikin û di êrîşên bi ser Mariupolê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Ji  6 hefteyan zêdetir e bajarê Mariupolê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin û bi dehan mûşek ji Deryaya Reş ji bo nav Mariupolê û navçeyên din ên rojhilat û bakurê Ukraynayê hatine avêtin.

Şaredarê Mariupolê, Vadim Bouichinko li ser êrîşan ragihand ku hejmareke gundiyên derdora bajêr dibêjin, wan di nav devên xwe hest bi tahmeke şîrîn kirine. Hat zanîn ku ev yek di nav şêniyan de bûye sedema metirsiya mezin û gelek ji wan, ji warên xwe bûne û derbasî cihên bi bi ewle bûne. Moskow jî vê tohmetê û tohmtên din ên li ser bikaranîna çekên kîmyewî red dike.