Rûsya: Êrîskirina ser benderan bandorê li xalên Peymana Veguhestina Zad nake!
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser bertek û karvedanên piştî êrîşa artêşa Rûsyayê ya ser bendera Odessayê îdia kir ku wê êrîş ti bandorê li ser veguhestina zad û Peymana Stenbolê nekin.
Peskov got ku êrîş li dijî binesaziya leşkerî ya li benderê hatiye encamdan û ji bo madeyên peymana zad ti pirsgirêkan dernaxe.
Herwiha Dimitriy Peskov da xuyakirin ku wê êrîşên ser binesaziya leşkerî ya li bendera Odessayê bandorê li operasyonên derxistina zad bo bazarên cîhanê neke.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsyayê piştî ku Peymana Stenbolê ya veguhestina zadê Ukraynayê 22ê Tîrmehê hat îmzekirin bi rojekê bi fuzeyan êrîşî bendera Odessayê kir û Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ew êrîş piştrast kir û got, wan depoya çekên bo Ukraynayê hatine şandin kiriye armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin