Rûsya siba diçe ser sindoqan da serokê xwe bibjêre

14 March 2024 20:34 0 dîtin
Rûsya siba diçe ser sindoqan da serokê xwe bibjêre

PeyamaKurd – Hilbijêrên Rûsyayê ji bo serokê xwe yê Rûsyayê bibjêre sibê diçe ser sindoqan û wê hilbijartin sê roj dewam bike. Putin car din berbijêrê û dibe careka dinê bibe serokê Rûsyayê. Putin bang li xelkê kir ku bi hissên xwe yên wletenperweriyê dengên xwe bidin û weha got:

“Ji bo Rûsya me bibe xwediyê dahatûyekî serkeftî dixwazim hun herin ser sindoqan û dengên xwe ji bo wezîfa hemwelatiyê û welatperweriyê bidin. We ji xwe re kî hilbijart dengê xwe bidin wî.

Eger hun tevlî hilbijartinan bibin, ev nîşana hestên welatperweriya we ye. Ev yek, ji aliyê xelkê Donbasê û Novorossiyayê de baş tê fêmkirin ji ber ku wê dengên xwe ji bo yekîtiyê bikarabînin. Esasê meselê xelk e.”