Rûsya ji bo Putîn diçe ser sindoqan

18 March 2018 13:52 0 dîtin
Rûsya ji bo Putîn diçe ser sindoqan

PeyamaKurd - Piştî rûxandina Sovyetê di 18ê Adarê(Îro) de cara heftemîn e gelê Rusyayê ji bo hilbijartina Serokatiyê dê biçe ser sindoqan,  li gor pêşbîniyan Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn bêreqîb e.

Li Rûsyayê bi milyonan însan ji bo dengdanê haziriyê dikin. Li gor anketên dawî Pûtîn ji %65-70yên dengan werdigire û bê reqîb serkeftinê bidestdixe û cara çaremîn wek Serok heta 2024a wezîfeya xwe wê bidomîne. Pûtîn di navbera salên 2000-2008 wek Serokê Dewleta rûsrayê hatibû hilbijatin û ji ber kû li gor qanûna hilbijartinê cara sisêyan nikaribe bibe namzet di navbera 2008-2012an de wek Serokwezîr wezîfe kir Dîmîtrî Medvedev li şuna xwe wek Serok nîşan da. Piştî 2012an Pûtîn careke din wek Serokê Rûsya hat hilbijartin. Niha jî ji bo cara çarem Pûtîn wek Serokê Rûsya tê hilbijartin.

Rêveberiya Kremlînê ji encamên hilbijartinê bêtir li ser rêjeya beşdarbunê disekine. Li gor rêvebiran ku rêjeya beşdarbûnê ji %70an derbas bibe Pûtîn dê serkeftina xwe îlan bike û wê meşrûiyetekê ji li hember dinyayê bidestbixe. Hat ragihandin ku wê rêveber ji bona rêjeya beşdarbûnê zêde bikin li cihê ku sindoq têne danîn wê xwarin û vexwarinê belav bikin.

Li Rûsyayê nêzikî 109 milyon dengdêr hene û sindoqên ji bo hilbijartinê vê sibehê di saet 08.00an de vebû û dê êvarê di saet 20.00an de were girtin.

Ligel bi hezaran çavdêrên rûsî dê herwisa hezar û 500 çavdêrên navdewletî jî bişopînin.

Ji aliyê din ve girîngiyeke roja 18ê Adarê heye ji bo lidarxistina hilbijartinan. Ji ber ku ev roj, roja salvegera 4an ya serbixwebûna Kirimê ye û girêdana bi ser Rûsyayê ve ye.

Ji bo hilbijartinan 8 nav bûne namzed

 

Li Rûsyayê di hilbijartinên berê yên sala 2012an de ji bo serokatiya dewletê 3 namzed hebûn lê ji bo van hilbijartinan 8 namzed beşdar bûne.

Navê wan 8 namzedan ev e: Vladimir Putin, Kseniya Sobçak, Pavel Grudinin, Vladimir Jirinovskiy, Sergey Baburin, Maksim Suraykin, Boris Titov, Grigoriy Yavlinskiy.

Ger di hilbijartinan de ti namzed piraniya teqez ya dengan bidest nexîne, wê piştî 3 hefteyan dora duyem ya hilbijartinan were lidarxistin lê pispor îhtimalê nadin vê yekê.