Rûsya teklîfa Amerîkayê ya peymana sîlihên nukleerî qebûl kir

21 October 2020 00:27 0 dîtin
Rûsya teklîfa Amerîkayê ya peymana sîlihên nukleerî qebûl kir

PeyamaKurd – Rûsya ragihand ku pêşniyara Amerîkayê ya di derbarê peymana bêsîlihbûna nukleerî qebûl kiriye û Amerîka qebûlkirina Rûsyayê bi bextewerî pêşwazî dike. Wezareta karên derve ya Rûsyayê ya bi navê START a Nû, bi şertê ku Amerîka heman şertan qebûl bike û ti şertên nû nede pêş, dê qebûl bike.

Bi beyana wezareta karên derve ya Rûsyayê de ku peymanê qebûl kiriye, nîşan dide ku siyaseta xwe ya di derbarê Peymana Stratejîk ya Nû ya Kêmkirina Sîlihan (New START-Strategic Arms Reduction Treaty) guhertiye. Peyman wê di sibata pêşiya me de biqediya û her dûalî daxwazên hev di mijarê de red kiribûn.