Rûsya bang li Amerîkayê kir ku dagere ser peymana berê ya nukleerî

21 December 2020 23:07 0 dîtin
Rûsya bang li Amerîkayê kir ku dagere ser peymana berê ya nukleerî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê Amerîka bê qeyd û şert dagere ser peymana nukleerî ya bi Îranê re û mecbûr e. Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta karên derve ya Rûsyayê; terefên ku bi Îranê re peymana JCPOA yê ya nukleerî çêkirine, wezîrên wan dewletan yên karên derve di rêya konferansa videoyî de civînekî lidarxistin.

Di civînê de Sergey Lavrov axaftinekî kir û got ku ew rêz li fikra Îranê ya bicîhkirina peymanê digrin û fikra ku Îran gotiye eger Amerîka jî vêya bike ew amadene peymanê bînin cîh û weha dewam kiriye:

“Em hêvî dikin ku ev plana di çarçoveya navçe de ne tenê ji aliyê terefan de lê her weha ji aliyê Washingtonê de bê bihîstin. Biryar a Neteweyên Yekgirtiye û divê Amerîka dagere ser vê planê. Em amadene bi hevkarên din re bixebitin û alîkarî bikin da Amerîka mijarê sererast bike."